Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa li ser rewşa "Rojava" axivîn
Îro sêşembî (15.01.2019) li bajarokê Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derveyê Fransa, Jean-Yves Le Drian û şandeke pê re kir.
Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî, di vê hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Fransayê kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşan da û bal kişande ser keşşhewaya nû ya li Iraq û navçeyê û pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAIŞê hebû û tekez li wê yekê jî kir, ji bo pêkanîna aramî û derneketina terorê li Iraqê pêwîst e ku rêz li pêkhatên dewleta Iraqê û bi taybetî jî rêz li Herêma Kurdistanê û pêgeh û bandorên wê were girtin.
Wezîrê Derveyê Fransayê herwiha ragihand, ku welatê wann weke piştevanê gelê Kurdistanê dimîne û hevkariya xwe yên siyasî û serbazî û peywendiyên xwe yên çandî û aborî yên li gel Kurdistanê pêş dixe.
Jean-Yves Le Drian herwiha xwesteka welatê xwe bo beşdarbûna di avedankirina Iraqê de jî di civîna li gel Barzanî anî ziman.
Her di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derve yê Fransayê bo Kurdistanê kir û spasiya gel, serok û Hikûmeta Fransa û Wezîrê Derve yê Fransayê kir, ku dost û piştevanê gelê Kurdistanê bûne.
Serok Barzanî amaje bi serdana serokê berê yê Fransayê François Hollande bo Herêma Kurdistanê kir, ku di demên tengasiyê de serdana Kurdistanê kir û tekez kir, ku Fransa dostekî mezin ê gelê Kurdistanê ye.
Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransayê de jî, Serok Barzanî ragihand, kêfxweş e bi wan peywendiyan û ti sînorek ji bo dostayetî û peywendiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa da nîne.
Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du aliyan tekezî li wê yekê kirin, ku keşuhewayekî nû û bawerî û rewşeke erênî di pêywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêk hatiye û Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest, ew giriftên ku di navbera her du aliyan de mane, bi rêya diyalog û jihevtêgihîştinê bêne çareserkirin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir, rast e ku DAIŞ ji aliyê serbazî ve têkçûye, lê belê pêwîst e ew sedemên ku bûne hokara serhildana DAIŞê nemînin, daku careke din DAIŞ serî raneke.
Di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê de jî her du aliyan dilgiraniya xwe nîşan dan û tekez kirin ku geşedan û gûhertinên li nav Sûriyê nabe bibe sedema wê yekê ku gelê Kurd û hemwelatiyên Kurd li Sûriye baca wê bidin.
Têkildarî rewşa gelê Kurd li Sûriyê û çareserkirina giriftan jî, Serok Barzanî nêrîn û pêşniyarên xwe ji Wezîrê Derve yê Fransa re besh kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê duh roja Duşembiyê piştî serdana xwe ya Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê jî kir û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
rudaw
