• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Franseyê gehêşte Hewlêrê

Gulan Media January 14, 2019 Nûçe
Wezîrê derve yê Franseyê gehêşte Hewlêrê
Kêliyek beriya niha wezîrê derve yê Franseyê gehêşte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian piştî ku serdana xwe ya bo Îraqê bi dawî anî, serdana Kurdistanê kir û li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Biryare piştî merasîma pêşwaziyê Jean-Yves Le Drian li gel Serok Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê û rayedarên din yên Kurdistanê bicive.
Top