Ferhad Tunç hat binçavkirin
Hunermendê Kurd Ferhad Tunç ku di hilbijartinên beriya niha de, namzetê HDPê yê parlamenteriyê bû, dema ji Almanya vedigerya Tirkiyê li firokxaneyê hat binçavkirin.
Ferhad Tunc li rûpela xwe ya tora civakî “Twitter” desteserkirina xwe ji aliyê polisê Tirkiyê ve ragihandiye.
Pêştir di meha Îlona 2017an Dadgeha Stenbolê bi tohmeta ku ser li hejmara xwe yên medaya sosyal bangeşeya YPG û YPJê kiriye salek û 11 meh û 12 roj cezaya zindanîkirinê da Ferhat Tunç.
Hunermed Ferhat Tunç di sala 2016an de stranek bi navê Kobanî çê kiribû û navê albûma xwe ya dawî jî danîbû Kobanî.
Ferhad Tunç ku xelkê Dêrsimê ye, bi stranên xwe yên bi zaravayê Zazakî yên şoreşgerî tê nas kirin.
K24
