Roja hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraq û Kerkûkê kifş bû
Cîgirê yekê yê serokê parlementoya Iraqê Hesen Keibî îro piştî civîna Komîsyona Hiqûqê ya parlementoyê ragihand, Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê roja 16 Mijdara 2019 wek roja hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê destnîşan kiriye.
Hesen Keibî da zanîn, Komîsyona Hilbijartinan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye amadekariya hilbijartinan bike.
Cîgirê yekê yê serokê parlementoya Iraqê anî ziman ku qanûna hilbijartinên encumenên parêzgehan hatiye guhertin û got, êdî hilbijartinên encumenên parêzgehan û hilbijartinên encumenên bajarokan bi hev re nayên kirin û dê cihê bên kirin.
Li gorî wê biryarê, parêzgeha Kerkûkê jî wek beşek ji parêzgehên Iraqê hatiye hesibandin ji ber wê jî endamên encumena parêzgeha Kerkûkê jî dê roja 16 Mijdara îsal bên hilbijartin.
Beriya niha parlementerê PDKê li parlementoya Iraqê, Rêbwar Hadî ji BasNewsê re gotibû, zehmet e hilbijartin li Kerkûkê bê kirin ji ber ku rewşa Kerkûkê hîn normal nebûye.
Basnews
