• Sunday, 15 February 2026
logo

Çavuşoglu Amerikayê rexne dike

Gulan Media January 13, 2019 Nûçe
Çavuşoglu Amerikayê rexne dike
Wezirê derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu bi daxûyaniyekê Amerika rexne kir û got: Dema ne ligor berjewendiyên wan be, dibêjin Tirk Kurdan dikûjin.

Mewlud Cavuşoglu li bajarê Antalya got: Ew bûn e hêviya hemû misilmanan, eger bi hewldanên wan neba ya, Amerika xwe ji Bakurê Surîyê venedikêşa.

Cavuşoglu da zanîn: Çi dema keyfa wan bixwaze, dibêjin hûn mafdar in li dijî terorê şer dikin, lê çi dem, a ku ne ligor berjewendiyên wan be, dibêjin Tirk, Kurdan dikujin.

Di derbarê Surîyê de jî Çavuşoglu da zanîn: Ew alîgir in, ku şer li Suriyê raweste û aramî çêbe.

Çavuşoglu, di derbarê amadekariyên êrişê ligel Rêxistinên Cîhadî, li ser Rojavayê Kurdistanê de jî, çi negot.

K24
Top