• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji bo hevpeymanên HDPê 12 şaredarî hatine destnîşankirin

Gulan Media January 13, 2019 Nûçe
Ji bo hevpeymanên HDPê 12 şaredarî hatine destnîşankirin
Li Bakurê Kurdistanê piştî ragihandina hevpeymaniyê di navbera 7 rêxistin û partiyên Kurdî de HDPê heta niha bi tenê berbijêr bo 41 bajar û bajarokan destnîşan kirine. Li gor agahiyê berdest partiyên din ên Bakurê Kurdistanê berbijêrên xwe ji bo 12 şaredariyan destnîşan bikin.



Ji wan berbijêran kes ji 7 partiyên din nehatiye diyarkirin ku hevpeymanî ligel HDPê ragihandine. Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, dê partiyên din ên Bakurê Kurdistanê berbijêrên xwe ji bo 12 şaredariyan destnîşan bikin ku hemû jî şaredariyên navçeyan in.



Di demekê de ku zêdeyî du meh mane ji hilbijartina şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re, roja 7ê Çileya 2019ê Partiya Demokratîk a Gelan/HDPê û 7 partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê hevpeymaniyek pêkanîn.



Hevpeymanî li ser bingehê çend xalan hat ragihandin û Hevseroka HDPê Pervin Buldan hêvî kir ku ev hevpeymaniya han ne tenê bo hilbijartina şaredariyan be.



Li aliyê din HDPê heta niha berbijêr bo 41 bajar û bajarokan destnîşan kirine ku van cihan li xwe digirin.



HDPê li sînorên van parêzgehan berbijêrên xwe destnîşan kirine



Wan û 7 bajarokên wê



Mêrdîn û 4 bajarokên wê



Qers



Mûş û 3 bajarokên wê



Êlih



Bedlîs û 1 bajarokê wê



Colemêrg û 4 bajarokên wê



Agirî û 2 bajarokên wê



Meletî û 1 bajarokê wê



Şirnex û 5 bajarokên wê



Amed û 7 bajarokên wê



Çewlig û 1 bajarokê wê



Erzîngan û 1 bajarokê wê



Ji wan berbijêran kes ji 7 partiyên din nehatiye diyarkirin ku hevpeymanî ligel HDPê ragihandine.



Herçiqas tê gotin ku li 12 bajarokan berbijêrên wan 7 partiyan tên ragihandin, lê heta niha ti mekanîzmayek bo wî karî nehatiye zelalkirin. Li gor rojjimêra Komisyona Bilind a Hilbijartinan jî, dema dawî bo wergirtina lîsteya berbijêran 3ê Adara 2019an e.

Rudaw
Top