• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka: Heta Îran ji Sûriyê dernekeve em alîkariya nûjenkirina wî welatî nakin

Gulan Media January 13, 2019 Nûçe
Amerîka: Heta Îran ji Sûriyê dernekeve em alîkariya nûjenkirina wî welatî nakin
Dîplomatekî Amerîkî dibêje, heta Îran û peyayên wî welatî li Sûriyê bin Amerîka alîkariya nûjenkirina Sûriyê nake.

Berpirsê maseya Îranê û şêwirmendê Wezîrê Derve yê Amerîka, Brian Hook ji televîzyona SNBC re gotiye, eger em tevahiya derfetên xwe yên dîplomatîk û siyasî bikar bînin em dikarin Îranê ji Sûriyê derxînin. Emê nehêlin ewa ku Îranê li Lubnanê kir, li Sûriyê jî bike.

Brian Hook her wiha gotiye, heta Îran û hêzên girêdayî wî welatî li Sûriyê dernekevin Amerîka ti alîkariyekê nade nûjenkirina Sûriyê. Amerîka li ser vê yekê gelekî rijd e.

Basnews
Top