Amerîka: Heta Îran ji Sûriyê dernekeve em alîkariya nûjenkirina wî welatî nakin
Berpirsê maseya Îranê û şêwirmendê Wezîrê Derve yê Amerîka, Brian Hook ji televîzyona SNBC re gotiye, eger em tevahiya derfetên xwe yên dîplomatîk û siyasî bikar bînin em dikarin Îranê ji Sûriyê derxînin. Emê nehêlin ewa ku Îranê li Lubnanê kir, li Sûriyê jî bike.
Brian Hook her wiha gotiye, heta Îran û hêzên girêdayî wî welatî li Sûriyê dernekevin Amerîka ti alîkariyekê nade nûjenkirina Sûriyê. Amerîka li ser vê yekê gelekî rijd e.
Basnews
