• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Amerîka: Bila her kes bizane kurd ne terorîst in

Gulan Media January 13, 2019 Nûçe
Wezîrê Derve yê Amerîka: Bila her kes bizane kurd ne terorîst in
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, bila her kes bizanibe ku kurd ne terorîst in.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, ku ev çend roj in li Rojhilata Navîn e, ji televîzyona Al Arabia ya Erebistanê re li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê axivî û ragihand, em ji Sûryê derdikevin lê emê her dem li Rojhilata Navîn bibînin. Bila hevpeymanên me vê yekê bizanin.

Mike Pompeo her wiha ragihand, derketina Amerîka ji Sûriyê ziyanê nagihîne stratejiya Amerîka li dijî Îranê û şerê li dijî terorê.

Wî wezîrê Amerîkî li ser gefên Tirkiyê yên li ser kurdan jî aixîv û got, helbet em fikarên Tirkiyê fam dikin lê bila her kes bizane ku kurdên Sûriyê ne terorîst in.

Basnews
Top