• Sunday, 15 February 2026
logo

Şam hêza xwe li derdora Minbic zêde dike

Gulan Media January 13, 2019 Nûçe
Şam hêza xwe li derdora Minbic zêde dike
Piştî ragihandina Amerika, ku dê Hêzên xwe ji Sûriye vekşîne, Minbic yek ji deveran e ku derdora wê ji alî Hêzên cuda ve tê kontrolkirin.

Liser daxûyaniyên Tirkiye, ku dê hemberî Minbicê Operasyonê pêkbîn e, Hêzên Artêşa Sûriye li derdora Minbicê hebûna xwe bihêztir dikin.

Ligor tê ragihandin, hukimeta Sûriye tank, zirîpoş û serbaz hinartin e bakurê rojavayê Minbicê û fermadarek Sûriye ji Ajansa Reuters re ragihandiye, ku: “Em amade ne bersîva her êrîşek hêzên derve bidin”. Tê pêşbînîkirin, mebesta fermandarê serbazî yê rejîma Sûriye Hêzên Tirkiye ne.

Li derdora Minbicê Hêzên Amerika û Tirkiye ji aliyekî, herweha Rûsya li aliyek gerên çavdêriyê dikin.

Di nav bajarê Minbic de jî, kontrol di destê Encûmena Serbazî ya Minbic de ye.

K24
Top