Wezîrên derve yên Îran û Fransayê serdana Kurdistanê dikin
Sala 2018an saleke bi liv û tevger û trafîka siyasî bû ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di mehên dawî yên 2018an hejmareke mezin ji serokwezîr û wezîrên cuda cuda hatin Hewlêrê.
Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ji Rûdawê re ragihand: “Hatina wan wezîran, Serokwezîrê Vatîkan û wezîrên derve yên çend welatan ku vê hefteyê jî bernameya wan heye ku werin Herêma Kurdistanê, gihandina wê peyamê ye ku civaka navdewletî nikare pêgeha Herêma Kurdistanê nebîne û Herêma Kurdistanê berdewam e di lîstina wê rolê de ku li herêmê karakterekî wê yê navdewletî heye. Divê em jibîr nekin ku niha di peywendiyên navdewletî de têgihiştina navdewletî pêgeheke wê ya giring û balkêş heye li çavê hinek dewletên herêmê.”
Hêmin Hewramî ku di piraniya civînên Serok Barzanî û wezîrên welatan de beşdar bûye, peyama wan welatan ji Kurdan re eşkere dike, bi taybetî jî peyama Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo.
Hewramî diyar kir: “Wî got ku pêgeheke bihêz a Herêma Kurdistanê li herêmê heye û dikare bibe faktora aramiya zêdetir. Gelek spasî li rola Herêma Kurdistanê di têkbirina DAIŞê de hat kirin, gelek spasî li Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê û Pêşmerge hat kirin ji ber ku bûye faktora seqamgîriya ewlehiyê li herêmê û berdewambûna pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo wê faktorê û hevsengiyên ku niha li Bexda û herêmê hene.”
Pêgehên siyasî, leşkerî û aborî yên Herêma Kurdistanê wisa kiriye ku her wezîrek yan jî rayedarekî payebilind dema were Bexdayê, divê serdana Hewlêrê jî bike û balafirên wan li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî dakeve.
Vê hefteyê trafîka siyasî berdewam dibe û biryar e wezîrên derve yên Fransa û Îranê bêne Hewlêrê, ku ya yekem li ser asta cîhanê û ya duyem jî li herêmê rol û bandoreke wan a mezin heye. Hewlêr jî dixwaze di guhertinên herêmê de wî jî guhdarî bikin û lîstikvanekî sereke be.
Rudaw
