• Sunday, 15 February 2026
logo

Rewşa Xaneqînê gelekî aloz bûye!

Gulan Media January 12, 2019 Nûçe
Rewşa Xaneqînê gelekî aloz bûye!
Berpirsekî PDKê dibêje, li derdora bajarê Xaneqînê zêdetirî 50 kom û grûpên çekdar hene ku hemû jî dibêjin em girêdayî Heşda Şeibî ne!

Berpirsê PDKê li Xaneqînê, şêx Ceifer Mistefa ji BasNewsê re got rewşa ewlehiya Xaneqînê gelekî aloz e ji ber ku 52 kom û grûpên çekdar hene, hemû jî xwe li ser Heşda Şeibî dihesibînin. Vê dûmahîkê komek pêşmergeyên YNKê jî hatine Xaneqînê û li nêzîkî mala Mela Bextiyar bicîh bûne.

Şêx Ceifer Mistefa da zanîn, aramî li Xaneqînê nemaye. Şeva borî 2 xortên kurd rastî êrişa çekdarî hatin û her du jî birîndar bûn. Yek ji wan li ber mirinê ye.

Wî berpirsê PDKê ragihand, ev demek e çend komên çekdar li her du aliyên çemê Sîrwan bicîh bûne û êrişî gundan dikin û gundiyan tehdîd dikin, bacê ji wan distînin. Şeva borî êrişî gundê Şêrewen kiribûn lê gundiyan bersiva wan dabûn. Lê dîsa jî kargeheke çêkirina bilokan şewitandibûn û reviyabûn.

Li gorî agahiyên şêx Ceifer Mistefa, roja 10 vê mehê çend efserên Amerîkî çûbûn Xaneqînê da ku cihekî bo hêzên xwe kifş bikin. Vê yekê tirsek xistiye nav dilê Heşda Şeibî.

Basnews
Top