• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka dixwaze hevpeymanên wê piştrast bin ku ew dê piştgiriya wan bike

Gulan Media January 12, 2019 Nûçe
Amerîka dixwaze hevpeymanên wê piştrast bin ku ew dê piştgiriya wan bike
Geşta Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bo Rojhilata Navîn berdewam e, Amerîka dixwaze bi vê geşta Pompeo hevpeymanên xwe piştrast bike ew li ser piştgirîkirina hevpeymanên xwe yên li deverê berdewam dibe.



Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo piştî serdana Bahreynê niha li welatê Îmarat e. Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Pompeo ligel rayedarên Îmarat dicive û di wan civînan de mijarên wek hevkariya du alî ya herdu welatan li ser asta herêmê û bihêzkirina peywendiyên bazirganî û berfirehkirina veberhênanê gotûbêj dikin.



Herwiha herdu alî wek piştgiriyekê bo hewldanên Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Yemenê Martin Griffiths, rêkeftina aştiyê ya Yemenê, pêbendbûna hemû aliyan bi wê rêkeftinê û dubare belavkirina hêzên ewlekariyê li bajarê Hudeyde gotûbêj dikin.



Serdana çend rojî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê wê yekê pêşan dide ku Washington çiqasî girîngiyê bi deverê dide û Pompeo bi xwe jî di hevpeyvînekê de li ser heman xalê rawestiya ye.



Li ser vê mijarê Mike Pompeo wiha dibêje: “Ji Asya, Afrîqa, ji nîvê rojavayê cîhanê û herwiha Ewropa û bêguman Rojhilata Navîn, hemû welat dicivin û balê dikşînin ser aramiya Rojhilata Navîn, aştî, azadî û ewlekariya vê navçeyê, ew jî faktoreke girîng li xwe digire ku piştrastbûna ji wê yekê ye serdestbûneke Îranê ya nearamkirinê nebe."



Piştî serdana xwe ya ji bo Îmaratê, biryar e Pompeo serdana Qeterê bike, ligel berpirsên wî welatî bicive û pirsên wek hevkariyên navbera herdu welatan di warê leşkerî, enerjî, rûbirûbûna grûpên radîkal û çendîn mijarên din gotûbêj bikin.



Yek ji wan armancên ku îdareya Trump dixwaze di serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê de bidest bixe, ew ku ligel biryara Trump a vekişandan hêzên xwe ji Sûriyê, welatên Erebî yên hevpeymanên Amerîkayê piştrast bike ku Amerîka li ser piştgirîkirina hevpeymanên xwe yên li deverê berdewam dibe û wan bicîh nahêle.

Rudaw
Top