Fermandeyekî Pêşmerge: Danûstandin li ser vegera Pêşmerge bo Kerkûkê dest pê kir
Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê eniya başûrê Kerkûkê, Nûrî Heme Elî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji bona ku Pêşmerge vegere Kerkûkê û deverên din yên li derveyî Herêma Kurdistanê, danûstandin di navbera Kurdistan û Bexdayê de dest pê kirine.
Nûrî Heme Elî daye zanîn, di danûstandina de tê xwastin ku hêzên Pêşmerge vegerin wan deverên ku beriya şerê DAIŞê lê bicîh bibûn.
Wî fermandeyê Pêşmerge diyar kiriye, rewşa ewlehiya Kerkûkê û deverên Kurdistanî xirab e ji ber wê jî pêwîstî bi Pêşmerge heye û gotiye, Pêşmerge amade ye vegere Kerkûkê û deverên din. Jixwe berê jî her gava pêwîst bikira, hikûmeta Iraqê bi xwe daxwaza alîkariyê ji Pêşmerge dikir.
Basnews
