• Sunday, 15 February 2026
logo

Şîrovekarên siyasî: Armanca Tirkiyê ne DAIŞ e

Gulan Media January 11, 2019 Nûçe
Şîrovekarên siyasî: Armanca Tirkiyê ne DAIŞ e
Gefên Tirkiyê ên di derbarê operasyonê de her berdewam in. Li gorî çavdêrên siyasî ên kurd Abdullah Demirbaş û Azad Sagniç, di operasyonê de armanca Tirkiyê ne DAIŞ e hêzên kurdî ne. Ji bo aramiya deverê Tirkiye divê dev ji gefan berde û di şuna şer de bi kurdan re tifaqê bike.

Du rojan carekê Tirkiye bi gefên pêkanîna operasyonê ya li dijî Rojhilatê Çemê Firadê peyaman dide cîhanê. Bi vê hewla xwe her tirs û xovekê berdide nava dilê kurdan. Li beramberî van gefên Tirkiyê di serî de Amerîka û hêzên hevpeyman jî metirsiya xwe tînin ziman û dibêjin; lazim e kurd bên parastin ji ber ku ew hevkarên hêzên hevpeymanin di şerê li dijî DAIŞê de. Tirkiye jî dide zanîn ku amanca wan ne kurd lê rêxistinên terorî ne di serî de jî DAIŞ.

Ligor raporta K24ê şîrovekarên siyasî aşkerkirine berûvajî daxuyaniya Tirkiyê, bi boçûna çavdêrên siyasî ên kurd Tirkiye di gefên operasyonê de ne DAIŞê kurdan ji xwe re dike armanç. Şîrovekarê siyasî Azad Sagniç dide zanîn herkes dizaneke ku pişta DAIŞê şikestiye naxwe çima Tirkiye xwe li operasyonê sor dike. Mebesta wê ew e ku kurd li Sûriyê nebin xwedî statûyekê. Berê heman refleks li dijî Başûrê Kurdistanê jî nîşan dabû.

Azad Sagniç ji K24ê re got: "Çûna Tirkiyê ya Sûriyê jî ne ji bo DAIŞê ye ne ji bo mirovatiyê ye, ji bo kurd nebim xwedî mafekî ye. Trikiye ku bixwaze bi Amerîkayê re bi Ewropayê re bi dinyayê re di nava aştiyê de di nava danûstandineke aborî de bikaribe rast bisekine, mesela kurdan mecbûr çareser bike. Ev çareserî jê re elzem e, ev çareserî bîr û baweriya min de dûr nîn e, di nêzîkte de ye."

Herwiha siyasetmedarê kurd Abdullah Demirbaş jî dide zanîn, êdî ew hêzên ku gûhertinê dikin di nava Rojhilata Navîn de giringiya Kurdan dîtine. Loma zextan li Tirkiyê dikin da ku bi kurdan re hevkariyê bike. Eger neke wê Tirkiye li derveyî prosesa gûherînê ya Rojhilata Navîn bimîne.

Abdullah Demirbaş dibêje: "Amerîka û hêzên navneteweyî ji Tirkiyê re dibêjin, di Rojhlata Navîn de guheratin heye, ger tu jî dixwazî di nava vê guhertinê de cih bigirî lazim e tu vî fikr û ramanê xwe û bîrdoza xwe biguherînî. Guhertina vî tiştî êdî têkîliya xwe bi Kkurdan re xurt bike. Ev yek ji bo Tirkiyê jî ji b kurdan jî ji bo hêzên din jî yanî ji ermeniyan, sûriyan, farisan û ji ereban re jî baş e. Yanî aramî û aştî hebe ji bo herkesî baştir e."

Basnews
Top