• Sunday, 15 February 2026
logo

Le Drian: Kurd hevpeymanên me yên herî serekî ne

Gulan Media January 12, 2019 Nûçe
Le Drian: Kurd hevpeymanên me yên herî serekî ne
dibêje di wan rojan de serdana Kurdistanê dike
Wezîrê derve yê Franseyê Jean Yves Le Drian ragihand ku biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump bo vekêşana hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê, biryareke metirsîdare, jiber ku hîn jî li Îraq û Sûriyeyê dawî bi DIŞIê nehatiye.

Yves le Drian eşkere kir ku heta em pişt rast nebin ku DIŞIê bi temamî li Îraq û Sûriyeyê nehatiye ji navbirin, emê hêzên xwe li deverê venakêşin û hêzên Kurdî li Sûriye û Îraqê li gel me weke hevpeymaniya cîhanî şerê dijî terorê kirine û niha Kurd hevpeymanên herî serekî yên me ne û heta em pişt rast nebin ku li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya mayende hatiye dîtin em ji Sûriyeyê venakêşin.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku niha hem li Sûriye û him jî li Îraqê hêzên Franseyê li gel hevpeymanên xwe şerê dijî DIŞIê dikin.

Le Drian herwiha eşkere kir ku di nava çend rojan de vê serdana Kurdistan û Îraqê bike.

Top