• Sunday, 15 February 2026
logo

KERKÛK - YNKê Ala Kurdistanê li ser çend baregehên xwe anî xwarê

Gulan Media January 11, 2019 Nûçe
KERKÛK - YNKê Ala Kurdistanê li ser çend baregehên xwe anî xwarê
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand: “Ala Kurdistanê li ser baregehên komîteyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yên li Kerkûkê hat daxistin û niha Ala Kurdistanê tenê li ser baregeha Melbenda YNK û Ofîsa Polîtboruya YNKê ya li Kerkûkê maye.”



Berpirsê Ragihandinê yê Melbenda 2 a YNKê li Kerkûkê, Fexredîn Mihemed di daxuyaniyekê de piştrast kir, ku wan Ala Kurdistanê li ser hin baregehên xwe yên li Kerkûkê anîne xwarê.



Fexredîn Mihemed got: “Heta niha dadgehê ew mijar yekalî nekiriye, Ala Kurdistanê tenê li ser Polîtboruya YNK û Melbenda Kerkûkê ya YNKê dimînin û li ser baregehên komîteyên YNKê tên daxistin.”



Berpisê Ragihandinê yê Melbenda 2 a YNKê li Kerkûkê herwiha da xuyakirin: “Li ser wê yekê ku YNKê Ala Kurdistanê li Kerkûkê hildaye, hikûmeta Iraqê doz li dijî YNKê vekiriye.”

Rudaw
Top