Salih Muslim: Her dem pêwendiya me bi rejîma Sûriyê re hebû
Di hevdîtineka xwe de digel Dengê Amerîka Berpirsê Pêwendiyê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim ragehand ku, ti çarî pêwendiya me bi rejîma Esed re qutnebûye û em herdem li gel rejîmê di danûstandinan de bûn.
Berpirsê Pêwendiyê Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim got jî ku, her kes li gor berjewendiyên xwe hatine navçeyê û dema me şerê DAIŞê dikir wê demê Amerîka ne li navçeyê bû.
Herwiha Salih Mislim da zanîn ku, dema ne li navçeyê û dema hatiye vê navçeyê jî danûstandina wan li gel rejîma Sûriyê nehatiye birîn ji ber ku, em beşek ji Sûriyê ne. Di biryara xwe de azad in û projeyek wan heye, li gor wê jî, danûstandina wan li gel Esed re berdewame.
Basnews
