• Sunday, 15 February 2026
logo

Fransayê mercê vekişandina leşkerên xwe ji Rojava û Sûriyê eşkere kir

Gulan Media January 10, 2019 Nûçe
Fransayê mercê vekişandina leşkerên xwe ji Rojava û Sûriyê eşkere kir
Hikûmeta Fransayê derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê de ragihand, eger li Sûriyê çareseriyeke siyasî bo krîzan bê dîtin, ew dê hêzên xwe ji wî welatî vekişînin.



Fransa vekişandina hêzên xwe yên serbazî ji nav axa Sûriyê, bi dîtina çareseriya siyasî bo krîza li wî welatî ve girê da.



Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean Yves Le Drian ragihand, ku eger çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê hat dîtin, Fransa dê hêzên xwe yên leşkerî ji wî welatî vekişîne.



Di hevpeyvîneke televizyonî de, Wezîrê Derve yê Fransayê îro Pêncşembiyê ragihand ku hêzeke wan a biçûk li Sûriyê li tenişt hêzên Amerîkayê heye.



Derbarê egera vekişandina hêzên Fransayê ji Sûriyê de, Jean Yves Le Drian got: "Bêguman, dema çareseriyeke siyasî bê dîtin, em dê vekişin."



Pêştir Fransayê ragihadibû, ku hêzên wî welatî ji Sûriyê venakişin û dê li ser erkê xwe yê di nav axa Sûriyê de berdewam bin.



Tê gotin, ku Fransayê hêzeke biçûk, ku tê texmînkirin derdora 200 serbazan be, li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê heye.



Ji bilî Fransayê, Amerîkayê jî di nava axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê xwedî hêz e û li gor zanyariyan, hejmara hêzên Amerîkayê li nav axa Sûriyê derdora 2000 serbazan dibe.



Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 19ê Kanûna 2018ê (19-12-2018) biryar da, ku hêzên wî welatî ji Sûriyê bêne vekişandin, ku ew biryara Turmp rastî bertekên gelek tund him li nav Amerîkayê û him jî di nav hevpeymanên Amerîkayê de li pey xwe anî.



Bi baweriya wan kes û aliyên ku rexne li wê biryara Trump digirin, biryara vekişandina hêzên Ameîrka ji Sûriyê, biryareke şaş e ku bilez û bê şêwira li gel hevpeymanan hatiye dayîn û tekez dikin, ku niha ne dema vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê ye.

Rudaw
Top