Asayîşa YNKê êrîş kir ser merasîmek alîgirên PKKê!
Îro 10.01.2019ê malpera Roj News a ser bi PKKê belav kir û di nûçeya xwe ya bilez de ragehand, asayîşa Qeladizê ya YNKê, êrîş kiriye ser merasîma salvegera teror kirina Sakîne Cansiz û hevalên wê û êrîş li ser kesên beşdarvan û di merasîmê de amade hatiye kirin.
Êrîşa asayîşa YNKê ya ser merasîma alîgirên PKKê di demekî de ye ku, hêzên YNKê demeke li navçeyên bin desthilatiya xwe de bicîhanîna rêkeftina YNKê û Tirkiyê ve mijûl in. Tirkiye bo bidawî anîna hemû tevgerên PKKê û grubên ser bi PKKê yên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê.
Basnews
