Li Gola Seyîtxanê dansa li ser qeşayê
Wezîşvanên dansa li ser qeşayê, li ser Gola Seyîtxan a li zozanên Berçela ya Colemêrgê rahênanê dikin.
Çiya û zozanên parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji berfê spî bûne. Li zozanên Berçela ku 10 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê û ji asta deryayê 3 hezar û 500 metre bilind e pileyên germê 20 pile daketine jêr sifir.
Li wê derê yek ji cihên navdar Gola Seyîtxan e, niha golê qeşayê girtiye, rahênerên dans an spora li ser qeşayê li ser golê rahênanê dikin.
Wênegirê xwezayê Emin Noyan, rahênerên dansa li ser qeşayê Erdem Gur û Çilek Tekin Gur heta cihekî bi otomobîlê hatine û piştî wê ji ber berfê otomobîla wan bi ser neketiye û wan bi piyan xwe gihandina vê gola bedew.
Ew di nav van dîmenên bedew û balkêş de li ser gola Seyîtxan wek pirpirîkan dansa li ser qeşayê dikin.
Rudaw
