Ebdulmehdî biryarên dema Ebadî radigre!
Li gor zanyariyên encûemena wezîrên Iraqê, ku Adil Ebdulmehdî serokatiya wê dike, lijneyek bo pêdeçûna li wan biryaran, rênmayî û rizamendiyên encûmena wezîrên berê, ku Heyder Ebadî serokatiya wê dikir, pêkaniye.
Ew lijne hemû biryar û rênmayiyên encûmena wezîran, serok wezîr û wezîrên din ên dema hikûmeta Heyder Ebadî de, ji roja 01.07.2018ê heta 24.10.2018ê li berçav re dê derbas bike û heta temambûna wê lêkolînê jî kar kirina bi wan hemû biryar û rênmayiyan hatiye ragirtin.
Lijne ji aliyê emîndarê giştî yê encûmena wezîran Mehdî Elaq serokatiya wê dike û çend endamekî din heye, ku ew jî du nûnerên ofîsa serokwezîr, nûnerên wezareta derve û dîwana çavdêriya darayî jî tê de hene.
Heyder Ebadî ku salên 2014 heta 2018ê serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarê Iraqê bû, gelek biryar dijî gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da, yên herî xirab jî; Bi tevger xistina milîsên Heşdî Şeibî û hêzên Iraqê ji bo dagirkirina Kerkûkê û birîna beşa budceya herêma Kurdistanê bû.
Basnews
