Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Çima Amerîka di dema operasyona Efrînê de dengê xwe nedikir!
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşglu ji televîzyona NTV ya Tirkiyê re behsa vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, Amerîka gavan paşde davêje. Hinek dezgehên Amerîka dixwazin Trump ji vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê bidin poşmankirin.
Mevlût Çavûşoglu her wiha da xuyakirin, operasyona ku Tirkiye dixwaze li dijî YPGê bike girêdayî derketina hêzên Amerîka ji Sûriyê nîne. Divê YPG ji rojhilatê Firatê derkeve, eger na emê bi ya xwe bikin. Jixwe serokomarê me sozek daye û dê wê jî bicîh bîne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser helwesta Amerîka li hember operasyona dagîrkirina Efrînê jî got, dema ku em dixwazin li dijî YPGê operasyon bikin Amerîka behsa kuştina kurdan dike. Divê ew bizanin ku YPG nûnertiya kurdên Sûriyê û PKK jî nûnertiya kurdên Tirkiyê nake. Çima di dema operasyona Efrînê de Amerîka tiştekî wisa nedigot, niha dibêje!?
Basnews
