Senatorê Amerîkî, Graham dîsa got: Nabe Amerîka pişta YPGê berde
Lindsey Graham ji ajansa Anadolu ya Tirkiyê re li ser vekişîna hêzên Amerîkî û parastina kurdan li hember gefên Tirkiyê de ragihand, şervanên kurd (YPG) di şikandina DAIŞê de alîkariya Amerîka kirine ji ber wê jî nabe Amerîka pişta wan berde.
Li ser dilgiraniyên Tirkiyê jî Lindsey Graham got: “Ez têdigihim nîgeraniyên Tirkiyê yên ewlehiyê li hember YPGê. Em naxwazin dest ji hevpeymanên xwe yên ku bi me re şerê dijminekî tirsnak wek DAIŞê kirine, berdin. Lê ez ji fikarên Tirkiyê têdigihim ku bi çend pêkhatiyên di nava YPGê re heye. Hêvîdar im rêyek bê dîtin bo ku Tirkiye dilgerm bibe ku ew çalakiyên li Sûriyê dibin, ewlehiya Tirkiyê naxin metirsiyê. Dibe ku ez li ser vê mijarê serdana Tirkiyê bikim.”
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di bersiva pirsa Amerîka çawa dikare baweriyê bide Tirkiyê ? de jî got: “Zehmet e ez bersiva pirseke bi wî awayî bidim.”
Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da, ev herî kêm cara sêyemîn e ku ev senatorê Amerîkî daxwaz ji serokê Amerîka û rayedarên wî welatî dike, li Sûriyê kurdan û şervanên YPGê bi tenê nehêlin, ji ber ku Tirkiye dixwaze êrişî wan bike.
Basnews
