Dijî teror a Iraqê Al a Kurdistanê li ser binkeyê YNKê yê Kerkûkê daxist!
Şeva borî 08.01.2019ê YNKê Al a Kurdistanê li ser binkeyê malbenda Kerkûkê bilind kir û berpirsê malbendê Aso Mamendî jî ragehand, ji ber serxweşiya Celal Talabanî Al hatibû bilind kirin, ne di bin gefên milîsên Heşdî Şeibî de.
Piştî demekî kurt, hêzeke dijî teror a Iraqê avête ser malbenda Kerkûkê ya YNKê û Al anîn xwar û hemû elektrîka malbendê jî vemirandin.
Di xiyaneta hejmarek rêveberên YNKê ya 16ê cotmehê de, ku rêkeftin li gel Heşdî Şeibî kirin û bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên Kurdistanê radestî wan milîsan û hêzên Iraqê kirin.
Piştî dagirkirina bajar, Heşdî Şeibî Al a Kurdistanê li Kerkûkê qedexe kir û li ser binkeyên hemû partiyên Kurdistanî anîn xwarê.
Basnews
