• Sunday, 15 February 2026
logo

Tevgera Îslamî: YNK dizane encamên serdana Barzanî ya Bexdayê dê diyar bibin ji ber wê Al a Kurdistanê bilind kir!

Gulan Media January 9, 2019 Nûçe
Tevgera Îslamî: YNK dizane encamên serdana Barzanî ya Bexdayê dê diyar bibin ji ber wê Al a Kurdistanê bilind kir!
Rêveberekî Tevgera Îslamiya Kurdistanê li Kerkûkê aşkera kir, serdana Serok Barzanî ya ji bo Bexdayê encamên wê hebûne û YNK jî dizane ji ber wê bilez şeva borî Al a Kurdistanê li ser binkeya xwe ya li Kerkûkê bilind kir.

Piştî ku şeva borî malbenda YNKê ya li Kerkûkê ku beşek ji berpirsên wê di xiyaneta 16ê cotmehê de şirîk bûn û bajar berî salekê radestî milîs û hêzên Iraqê kirin, duh nîvê şevê Al a Kurdistanê li ser binkeyê xwe bilind kirin.

Berpirsê malbenda Kerkûkê yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê Hesen Şêxanî ji BasNewsê re ragehand, pêwîstbû bilind kirina Al a Kurdistanê bi rêkeftina hemû partiyên Kurdistanê ve pêkhatiba, ji bo ku zêdetir bibe babetekî niştimanî, ne ji bo bangeşeya partiyekê bê bikaranîn. Herwaha got dibû di roja Al a Kurdistanê, yan di Newrozê de, yan jî bo bîranîna azad kirina Kerkûkê di wê rojê de Al a Kurdistanê bi fermî hatiba bilind kirin.

Şêxanî got hewldanek heye bo ku babeta bilind kirina al a Kurdistanê wek destkevtekî hizbî bê çavlêkirin û ragehand: ‘’Çend rêkeftinek li gel Iraqê hatine kirin û serdana birêz Mesûd Barzanî bo Bexdayê dibe ku berhemên wê hebin û di demeke nêzîk de jî berhemên wê dê diyar bin. Dibe ku yek ji encamên serdanê jî bi fermî daliqandina Al a Kurdistanê be li Kerkûkê, ji ber wê YNKê bilez ew tişta kir û dixwaze bibêje piştî 16ê cotmehê yekem car min Al bilind kir.’’

Herwaha li gor wî rêveberê Tevgera îslamî yê Kerkûkê, Kerkûk di navbera PDKê û YNKê de li ser rikberiyeke mezin tê kirin û di navbera wê de maye û ev yek jî wek nîşaneyek xirab pênase kir.

Navborî got: ‘’Diyare serdana birêz Barzanî ya Bexdayê encamên wê dê baş bin û diyare YNK jî ji vê agahdar bûye, ji ber wê ev kare kirin.’’

Basnews
Top