• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Amerîkayê seredana Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media January 9, 2019 Nûçe
Wezîrê derve yê Amerîkayê seredana Herêma Kurdistanê dike
Biryare îro Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo seredana Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên bilind yên Herêmê bicive.
Li gore agahîyên WAARê mayk pompêyo wezîrê derveyî Amerîka îro piştî seredana xwe ya Bexdayê dê seredana Herêma Kurdistanê bike û peywendîyên du alî û herwiha peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û vekêşana hêzên Amerîkayê ji Sûryê û rewşa deverê li gel berpirsên bilind yên Herêmê gotûbêj bike.
Mike Pompeo yekem wezîrê derve yê Amerîka ye di îdareya Donald Trump da seredana Herêma Kurdistanê bike.
Dawî car John Kerry wezîrê derveyê Amerîka li ser demê îdareya Barack Obama li meha xizeyrana sala 2014 seredana Herêma Kurdistanê kirbû.

Waar.tv
Top