Xelkê Qamişlo li hemberî gefên Tirkiyê daketin kolanan
Berpirsên Rêveberiya Xweser jî ji Neteweyên Yekbûyî xwestin ku qedexeya firînê li ser deverên wan bînin rojevê.
Li bajarê Qamişlo yê Cezîra Rojavayê Kurdistanê Kurd daketin ser cadeyan û dijî gefên Tirkiyê yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kirin. Di xwepêşandana Qamişlo de bi hezaran wêneyên şervanên YPG û HSDê yên şerê dijî DAIŞê jiyana xwe ji dest dane hatin bilindkirin.
Li gor dayikên şervanên YPGê yên ku di şerê dijî DAIŞê de şehîd bûne, divê hemû cîhana demokrat û hemû aliyên ku berevaniyê li mafên mirovan dikin, beramberî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rawestin û gelê Kurd biparêzin.
Berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî xwepêşandana Qamişlo bûn. Wan jî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku divê qedexeya firînê ser deverên bakur û rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.
Berdevkê Rêveberiya Xweser Hesen Abid jî got: “Em ji rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dixwazin berî her tiştî qedexeya firînê deyne ser deverên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, duyem gefên Tirkiye wek binpêkirinê dijî Hevpeymanên Navdewletî binav bike, ew yek dagîrkirin e."
Payîza 2014an Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê pêk hat, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Rojavayê Kurdistanê jî beşek bûn ji wê Hevpeymaniyê, di şerê 4 salan de. Şervanên YPG-HSDê li Sûriyê piraniya bajar û bajarokên di destê DAIŞê bi piştîvaniya Amerîkayê kontrol kirin, di wî şerî de bi hezaran şervan şehîd û birîndar bûn.
Rudaw
