Rakan Seîd: Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê mûzayedeya siyasî ye
Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji hemû pêkhateyên xelkê Kerkûkê dixwaze ku li pey mûzayedeya siyasî neçin û yên ku vî karî dikin, girîngiyê nadin asayişa welatiyan û xizmetkirina wan û hewla çêkirina aloziyan didin.
Rakan Seîd, di heman demê de daxwaz ji berpirsên YNKê kir ku Ala Kurdistanê ji ser baregeha partiya xwe daxin û got, çi tiştê ku rû bide, di stûyê wan de ye.
Bi gotina wî, ev berovajî yasa û destûr û biryarên dadgeh û parlemana Iraqê ye, lewma ew rê nadin li Kerkûkê yasa were binpêkirin.
Rakan Seîd bilindkirina ala Kurdistanê ji aliyê YNKê ve li Kerkûkê weke handana terorê bi nav kir û daxwaz ji fermandarên hêzên çekdar û Serokwezîrê Iraqê kir ku dawiyê li vê rewşê bînin û hêza zêdetir bişînin Kerkûkê.
Duh li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê YNKê li avahiya partiya xwe û hin kuçe û kolanan alayên Kurdistana daliqand.
Waar.tv
