Çavuşoglu: Amerîka ji bo vekêşandina ji Sûriyê ji ber YPGê di zihmetiyê de ye!
Çavuşoglu got: “Em dibînin ku hin welat dixwazin Amerîka dest biryara xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê berde. Ji bo vê jî hewl didin. Herwiha di nava rêveberiya Amerîkayê de jî dengên ji hev cuda hene. Em vê meseleyê digel hevpostên xwe bi berfirehî gengeşe dikin.”
Herwiha got: “Ew tometa Amerîkayê ya li dijî Tirkiyê wekî ku Tirkiye Kurdan dikuje bi tundî red dikin. Em dibînin ku Amerîka di derbarê vekişîna xwe de bi hin zehmetiyan re rûbirû ye. Yek ji wan zehmetiyên mezin ên Amerîkayê ew e ku bi YPGê re pêwendiyek gelek nêzik danîne. Piştî vê pêwendiya nêzik niha zehmetî dikşîne ku xwe ji YPGyê cuda bike.”
Bi sedema ku Şêwirmendê Ewlehiya Netewî John Bolton gotibû: “Amerîka bê parastina Kurdan li Sûriyê venakşe” û rê nade Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike. Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duh red kir ku bi Bolton re bicive.
Basnews
