• Sunday, 15 February 2026
logo

Hewldanek neyasayî ya YNKê ji bo parêzgerê Kerkûkê şikest!

Gulan Media January 8, 2019 Nûçe
Hewldanek neyasayî ya YNKê ji bo parêzgerê Kerkûkê şikest!
YNK, bê ku guhbide peyrewa navxwe û rêkarên yasayî, hewl dide civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê pêkbîne, ku parêzgerekî bo Kerkûkê dayne û serokê encûmenê jî hişyarî da.

Îro 08.01.2019ê YNKê hewl da civîneke encûmena parêzgeha Kerkûkê li dervey peyrewa navxwe ya encûmenê pêkbîne, ku bikare parêzgerekî bo Kerkûkê dayne, lê ew hewldane şikest û nekarî civînê pêkbîne.

Serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talabanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her civînekî berevajî peyrewa navxwe ya encûmena parêzgehê be, ew civîn neyasayî ye û berevajî yasayê ye. Ji ber wê her civîneke wisa bi otomatîkî betal e û her tiştekî di wê civînê bê kirin jî betal e.’’

Derbarê hewlên yek li dû yek ên YNKê yên ji bo pêkanîna civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê de jî Talabanî got: ‘’Nedibû ew tişta bibe, ji ber di lîsteya biratiyê de em li gel yek biryarê didin, ku civîn bê kirin û çawa bê kirin? Her kesekî ku peyrewa navxwe binpê bike, piştre divê bixwe tehemûla berpirsyariya wê jî bike.’’

Herwaha diyar kir, hemû lîsteyên encûmena parêzgehê divê pêbend bin bi peyrewa navxwe ya encûmena parêzgeha Kerkûkê ve, ‘’Ne tenê YNK, aliyên din jî ku hewla beşdariya civînê bikin, ew tişt xelete û divê bê çareser kirin.’’

Top