Bahçelî li Bolton hêrs bû: Tu Bolton î yan Dalton î!
Devlet Bahçelî, îro di civîna firaksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê li ser rojevê axivî. Bahçelî behsa gotinên şêwirmendê asayişa niştimanî ya Amerîka John Bolton, ku duh çû Tirkiyê, kir û ragihand, Bolton dibêje bila “şervanên kurd” bên parastin! Çi şervan, ev çi bê edebî ye! Ew ne kurd in ew terorîst in! Tu Bolton î, tu Dalton î! Wan terorîstan û birayên me yên kurd neke yek! PKK cuda ye kurd cuda ne!
John Bolton, beriya ku serdana Tirkiyê bike, gotibû, heta parastina kurdan neyê garantîkirin em ji Sûriyê dernakevin.
Bahçelî behsa hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê jî kir ku dê roja 31 Adara îsal were kirin, û got, bila CHP û HDP û PKK û Gulen û yên din bizanin ku çawa di 24 Hezîranê (qesta wî hilbijartinên 24 Hezîrana 2018 ne) de hatin serkutkirin dê 31 Adarê jî wisa li wan were…!
Serokê MHPê nezanî ziman lê wisa xuya dike tifaqa HDP û çend partiyên Kurdistanî li ser hilbijartinên 31 Adarê jî ew hêrs kiriye.
HDP û 7 partiyên Bakûrê Kurdistanê duh ragihandin, dê di hilbijartinên 31 Adara îsal de bi hev re û di bin banê HDPê de beşdar bibin.
Basnews
