Çalakvanek êzdî: Tenê Pêşmerge dikare pirsgirêka Şingalê çareser bike!
Xelîl Şivan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her hêzeka li Şingalê bê pêkanîn, ne zagonî ye û li gel rewşa Şingalê ya naha naguncê. Ji ber her hêz û îdareyek li Şingalê bê danîn ti desthilatekî wê nabe û nikare xizmeta pirsgirêkên Şingalê bike. Em dibînin çareseriya herî baş bo rewşa Şingalê û vegera koçberan, tenê vegera Pêşmerge bo Şingalê ye. Ji ber xelk hemû dizanin naha bi dehan grub û hêz li Şingalê hene. Hemûyan jî nekariye rewşa Şingalê kontrol bikin, ji ber berevajî wê bûne asteng ji bo xelkê Şingalê.’’
Herwaha got: ‘’Naha bi ti rengekî nefta spî li ser xelkê Şingalê ji ber îdareya rewa ya Şingalê mohr neke nayê belav kirin, ev yek tê wateya ku ti tiştek bê îdareya rewa ya Şingalê nayê kirin. Ji ber wê em dibînin divê qonaxê de çareseriya herî baş bo rewşa Şingalê vegera Pêşmerge û îdareya rewa ya Şingalê ye bo rewş xweş bibe.’’
K24
