• Sunday, 15 February 2026
logo

KCK: Amerîka dixwaze bi riya Tirkiyê dîzaynê bide Sûriyê

Gulan Media January 8, 2019 Nûçe
KCK: Amerîka dixwaze bi riya Tirkiyê dîzaynê bide Sûriyê
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, Amerîka û Tirkiye li ser Sûriyeyê lihev kirine û armanca niha ya Amerîkayê li Sûriyê bihêzkirina Tirkiyê ye.

Hevseroka KCKê Besê Hozat dibêje, Amerîka xwest YPGê (şoreşa rojava) kontrol bike, lê bi temamî biser neket. Amerîka niha bi vekişîna xwe stratejiya xwe ya li Sûriyeyê naguherîne. Berûvajî vê yekê Amerîka ji niha û pê ve hewl bide bi rêya Tirkiyê dîzaynê bide Sûriyê.

Tirkiye hevpeymaneke stratejîk a Amerîkayê ye. Lê pêwendiyên taktîkî yên Kurd û Amerîkayê di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pirsgirêk derxist. Lê Amerîka niha digel Tirkiyeyê rêkeftiye û dixwaze li dijî Sûriye, Îran û Rûsyayê, Tirkiyeyê bihêz bike. Herwiha Amerîka dixwaze li Sûriyeyê desthilatdariya Tirkiyeyê zêdetir û dagirkeriya Tirkiyê jî rewa bike.

Top