John Bolton serdana Tirkiyeyê kir
John Bolton ku duhê jî li Îsraîlê bû, piştî bi dawî hatina serdana xwe ya bo Îsraîlê, serdana Tirkiyeyê kir û biryare li gel rayedarên Tirkiyeyê bicive.
Li gor jêderên dîplomatîkî, vê Bolton di civînên xwe yên li gel rayedarên Tirkiyeyê de, behsa vekêşana hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê û rewşa Sûriyeyê bike.
