• Sunday, 15 February 2026
logo

Hizba Tirkmenelî daxwaza rêkeftinê ligel serkirdeyên kurd dike

Gulan Media January 8, 2019 Nûçe
Hizba Tirkmenelî daxwaza rêkeftinê ligel serkirdeyên kurd dike
Hizba Tirkmenelî bo rewşa Kerkûkê daxwaza rêkeftinê ligel serkirdeyên kurd dike.

Îro Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Tirkmenelî Elî Muftî aşkere kir ku bo aramkirina rewşa bajêr pêwîste rêkeftin ligel serkirdeyên kurd bê kirin. Herwiha Elî Muftî bang li hizba xwe kir ku ligel hizbên siyasî yên Kurdistanê rêkbikevin û rewşa bajêr aram bikin herwiha îdareyeka piralî pêk bînîn.

Muftî amaje bi wê yekê jî kiriye ku her wan herdem gotiye bila li Kerkûkê îdareyeke piralî pêk were lê kîjan îdareya hatiye bo berjewendiyên xwe kar kiriye. Muftî amaje bi wê yekê jî kiriye ku mafên tirkmenan hatine binpêkirin û pêwîste posta wezîriyê ji tirkmenan ra be. Lewre ne di serdema Beasê de û nejî piştî rûxana Beasê posta parêzgeriyê ji tirkmenan ra nehatiyê dayîn.

Piştî rêkeftina guruba xiyanetkar a YNKê di 16ê Cotmeha 2017an de Heşdî Şabî û artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê û gelek navçeyên din ê herêmê Kurdistanê kiribûn.

Basnews
Top