Kirmaşan…Di erdheja duh de 42 kes birîndar bûn!
Li gor zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê navenda erdhejê 23 kîlometreyiya Gêlanî Rojava, 31 kîlometreya Somar û 38 kîlometreya Serpêlzehaw e û 10 kîlometre bin erdê de pêkhatiye.
Li gor zanyariyên ku hatine bidest xistin, erdhej li pariyan bajarên din ên Kirmaşanê hatiye hest kirin û herwaha li başûrê Kurdistanê Xaneqîn, Mendelî, navçeya Germiyan, Kerkûk, Helebçe û Silêmaniyê jî hatiye hest kirin.
Malpera Mîhir ragehand, ew 42 kesên ku birîndar bûne, di dema rev, tirs û xwe avêtinê de birîndar bûne û heta naha derbarê ziyanên madî de ti zanyarî û amarek nehatiye belav kirin.
basnews
