• Sunday, 15 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Amerîka li Kerkûkê serbazgehek mezin ava dike

Gulan Media January 7, 2019 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: Amerîka li Kerkûkê serbazgehek mezin ava dike
Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, Amerîka dixwaze li Kerkûkê serbazgeheke mezin ava bike, ji ber wê jî ji hêzên Iraqî daxwaz kiriye serbazgeha “K1” vala bikin.

Fermandeyê pêşmerge û berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê, Nûrî Heme Elî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev çend roj in Amerîka hêz li serbazgeha “K1” li başûrê Kerkûkê kom dike, lê hîn nayê zanîn pilana Amerîka çi ye.

Nûrî Heme Elî daye zanîn, Amerîka daxwaz ji wan serbaz û çekdarên Iraqî yên li serbazgeha “K1” ne, derkevin da ku ew serbazgeh tenê bo Amerîkiyan be.

Wî fermandeyê Pêşmerge aniye ziman ku bi qasî ew dizanin, Amerîka dixwaze serbazgeha “K1” bike serbazgeheke mezin û li wir bimîne, vêca çi di serê Amerîka de ye, nayê zanîn.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, wisa xuya dike vê biharê dê hinek guhertinên kirîtîk li Iraqê bi taybet li deverên sunnî biqewimin.

Serbazgeha “K1”, li başûrê bajarê Kerkûkê ye. Beriya rûdanên 16 Cotmeha par di destê YNKê de bû lê YNKê ji tirsa Îranê ew serbazgeh vala kir û bû sebeba ketina Kerkûkê.

Basnews
Top