ENKS: KNK nikare PYDê pabendî lihevhatina bi me re bike!
Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê Nûrî Birîmo li ser hewlên Kongireya Netewî ya Kurdistanê (KNK) yên lihevanîna ENKS û PYDê ji K24 re gotiye, beriya ku KNK tiştekî wisa bike ENKSê daxwaz kir pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin lê PYDê got, bila derbas bibin lê bila kincên me li ber xwe bikin û bibin endamên me!
Nûrî Birîmo her wiha gotiye, gava PYDê şirîkatiyê û pêşmergeyan qebûl neke dê çi qebûl bike! Nakokiya me û PYDê ew e ku em kurdî û netewî hizir dikin ew xwe Sûrî dibînin.
Wî berpirsê ENKSê daye zanîn, Amerîkayê beriya niha beşek ji pêşmergeyên Rojava derbasî bajarokê Rimêlanê kir û bi rayedarên PYDê re jî hevdîtin kirin. Lê PYD razî nebû û hewlên ENKS û Amerîka û Herêma Kurdistanê red kir.
Nûrî Birîmo daye xuyakirin ku rayedarên ENKS û PYDê dikarin li hev rûnên û xalên rêkeftina Duhokê wek derbasbûna Pêşmergeyên Rojava û avakirina desteyeke serbazî ya hevbeş bicîh bînin.
Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê her wiha ragihandiye, berî du salan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ENKS û PYD/TEV-DEM li Herêma Kuridstanê li ser maseyekê civandin û rêkeftinek pêk hat. Barzanî ew yek gihand Amerîkiyan, lê PYD pabendî wê lihevkirinê nebû, niha KNK û ev kesên serbixwe dê çawa bikarin PYDê pabendî tiştekî wiha bikin!
Basnews
