• Sunday, 15 February 2026
logo

“Beşek ji hêzên Amerîka ji Sûriyê vekişîn binkeya Erîn Esed a Iraqê”

Gulan Media January 6, 2019 Nûçe
“Beşek ji hêzên Amerîka ji Sûriyê vekişîn binkeya Erîn Esed a Iraqê”
Jêderekî ewlakariyê ya Iraqê ragihand, beşek ji hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişiya binkeya Erîn Esed a li parêzgeha Enbarê û li wir bicih bû.

Wî jêderî ji kenala “RT” re ragihand, “Ew axaftina ku dibêjin hêzên Amerîkî dê ji Sûriyê vekişin Hewlêrê ne rast in, beşek ji hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişiya binkeya Erîn Esed a li Enbarê û li wir bicih bû.”

Wî jêderî amaje bi wê yekê kir, hîna hêzên Amerîkî li ser sînorê Iraq û Sûriyê mane û bi tevahî venekişa ne.

Ev di demekê de ye, aliyên siyasî yên Iraqê vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê ber bi Iraqê ve bi metirsîdar binav dikin û tekez dikin ku divê Parlemantoya Iraqê bi yasayekê wan hêzên biyanî ji Iraqê derbixe.

Serokê Amerîka Donald Trump roja 19ê meha bûrî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû, lê di piştre jî ragihand, wan ti nexûerêyek ji bo dema vekişandinê diyar nekirine.

Berî çend rojan jî, Peyvdarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Emîd Yehya Resûl ragihand, ew hêzên Amerîkî ku ji Sûriyê vekişin destpêkê dê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bicih bibin, dibe piştî Hewlêrê ber bi welatê xwe yan cihekî din ve biçin.

Top