• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesûd Heyder: Em ji daxuyaniyên Trump ên derbarê kurdan de hişyar in!

Gulan Media January 6, 2019 Nûçe
Mesûd Heyder: Em ji daxuyaniyên Trump ên derbarê kurdan de hişyar in!
Gotinên serokê Amerîkayê Donald Trump ên di derbarê hin aliyên kurd ku neftê difroşin Îranê, bertekên cuda li gel xwe anî. Siyasetmedarek jî aşkera dike ku rojane 30 heta 60 hezar bermîlên neftê li Kerkûkê ve bo Îranê, bi rêya tankeran ve tê henarde kirin.

Pisporekî peyvendiyên navnetewî dibêje gotinên Trump û guhnedana wan aliyan em hişyarin û reaksiyona Washingtonê li hember vê yekê jî dê tundtir be.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî çend rojan nîgeraniya xwe derbarê çend aliyeke kurd nîşan da ku neftê difroşin Îranê û daxwaz jî kir dest ji wî karî bikşînin û bazirganiya neftê li gel Îranê nekin.

Armanca Trump pirsa nefta Kerkûkê ya diçe ji Îranê re û bi taybet jî piştî 16ê cotmeha 2017ê ku ji aliyê grubeke taybet ve bi tankeran ji Îranê re tê rêkirine.

Mesûd Heyder siyasetmedarekî ku yekem kes bû pişt wê perdeyê çi heye û babeta henarde kirina nefta Kerkûkê bo Îranê aşkera kir û ji K24ê re ragehand: ‘’Piştî rêkeftina 16ê cotmehê ku min jî belav kir, meseleya henarde kirina nefta Kerkûkê bo Îranê tê de ye û di bingeh de projeyek hebû ku boriyek neftê ji Kerkûkê ve ber bi Îranê ve biçe, lê ew serneket. Lê piştî 16ê cotmehê beşek ji rêkeftinan ket warê bicîhanînê de û rojane 30 heta 60 hezar bermîlên neftê ji Îranê re diçe.’’

Herwaha got: ‘’Axaftina serokê Amerîkayê bi aşkerayî li ser wê babetê peyameke siyasî ya pir ronî ye, eger heta naha çavê xwe li vê babetê girtibin jî, lê êdî Amerîka vê qebûl nake û dê bertekên wan hebin.’’

Pisporê navnetewî Ebdulhekîm Xusrew jî dibêje: ‘’Trump wan gotinan di berxwe de nake û zanyariyên wî jî kêm nîn in.’’ Û ragehand: ‘’Li gor min ev hişyariye girêdana xwe bi zanyariyan ve heye û tenê ne gotin e bo ragehandinê. Ji ber her aliyek di danûstanên li gel Îranê de berdewam be, ku ev yek dervey biryarên Amerîkayê yên li dijî Îranê ye, bê guman dê bertekên wan hebin.’’

Basnews
Top