Şandeke ENKSê ligel Serok Barzanî dicive
Çavkaniyekê ji nav ENKSê ji Rûdawê re ragihand, 5 endamên desteya serokatiya ENKSê ji Rojavayê Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kirine û dê li gel Serok Mesûd Barzanî bicivin.
Şanda ENKSê ji Mihemed Ismaîl, Nimet Dawûd, Fesla Yûsif, Ebdilsemed Xelef û Fêsel Yûsif pêk tê.
Tê pêşbînîkirin ku ew şand rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi Serok Barzanî re gotûbêj bikin.
Rudaw
