• Sunday, 15 February 2026
logo

PYDê nehîşt Partiya Yekitiya Kurdistanî-Sûriye (PYK-S) ofîsa xwe ya li Qamişlo veke

Gulan Media January 6, 2019 Nûçe
PYDê nehîşt Partiya Yekitiya Kurdistanî-Sûriye (PYK-S) ofîsa xwe ya li Qamişlo veke
Rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê, ku di destê PYDê de ye, nehîşt Partiya Yekitiya Kurdistanî-Sûriye (PYK-S) ofîsa xwe ya li Qamişlo veke.

Piştî ku Kongireya Netewî ya Kurdistanê (KNK- nêzîkî PKKê ye) daxwaz ji rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê kiribû bila partiyên endamên ENKS ofîsên xwe vekin, PYK-S ketibû herekeftê û xwastibû ofîsa xwe ya li Qamişlo veke.

Lê PYK-Sê di daxuyaniyekê de ragihandiye, dema ew çûne ofîsa xwe vekin rastî bertek û heqaretên rayedarên rêveberiya xweser hatine.

Di daxuyaniya PYK-Sê de hatiye gotin ku rayedarên PYDê dîsa ew bi xiyanetê tohmetbar kirine û nehîştine ofîsa xwe vekin.

Rêveberiya xweser û PYDê, bi hêceta ku partiyên endamên ENKSê nêzîkî PDKa Başûr in, tevahiya ofîsa û baregehên wan girtibûn.

Top