• Sunday, 15 February 2026
logo

Qasim Reşo: Heşdî Şeibî li Şingalê mûçe dide aliyên ne yasayî!

Gulan Media January 6, 2019 Nûçe
Qasim Reşo: Heşdî Şeibî li Şingalê mûçe dide aliyên ne yasayî!
Berpirsê ofîsa rêxistina baskê 17ê yê PDKê li Şingalê diyar kir, li Şingalê hêzên veşartî hene, dervey hêza YBŞê li Şingalê aşkera kar dike û Heşdî Şeibî mûçeyên wan dide.

Berpirsê ofîsa rêxistina baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Qasim Reşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hewkariya di navbera Heşdî Şeibî û PKKê de li Şingalê berdewam e. Heta naha jî ew hêza YBŞê ya ji ciwanên êzdî pêkhatiye, hemû ji aliyê PKKê ve hatine perwerde kirin. Destpêkê mûçeyê wan ji Bexdayê dihat ser Heşdî Şeibî ve dihat ew mûçe û naha jî Heşdî Şeibî mûçeyê wan dide. Ev tiştekî aşkeraye hemû xelk dizane bi rêya Bexdayê ve mûçe bo wan ciwanên êzdî tê dayîn.’’

Herwaha got: ‘’Heşdî Şeibî dosyeya ewlehiyê daye YBŞê. Raste polis û leşkerê Iraqê li devera Şingalê heye, lê hemû tiştek destê Heşdî Şeibî de ye, bê wan ti tiştek li Şingal û deverê nayê kirin.’’

Qasim Reşo got: ‘’Heşdî Şeibî dibêje em hêzeke yedek in li deverê. Lê eger mirov bi hûrgilî lê binêre dibîne ku ne wisa ye. Bi vê gotinê ve Heşdî Şeibî fêl li xelkê deverê dike û xelkê Şingalê nerihete ji ber reftarên wan grub û aliyên ku naha li Şingalê ne.’

Basnews
Top