• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Kerkûkê fermana girtina fermandarek kurd hat dayîn!

Gulan Media January 5, 2019 Nûçe
Li Kerkûkê fermana girtina fermandarek kurd hat dayîn!
Fermana girtinê bo berpirseke ewlehiya kurd ê Kerkûkê hat derxistin û çapemeniya Iraqê jî naveroka fermanê belav kirin.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê li bajarê Kerkûkê fermana girtinê bo Şêrzad Marif ku fermandarê berê yê zîrevanên saziyane hatiye dayîn.

Şêrzad Marif berî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê, ku grubeke xiyanetkarekî nav YNKê bajar radestî milîsên Heşdî Şeibî kirin û fermandarê zîrevanên saziyên fermî yên Kerkûkê bû.

Piştî dagirkirina Kerkûkê ji aliyê Heşdî Şeibî ve piraniya berpirsên kurd li Kerkûkê ji kar hatin dûrxistin û fermana girtina beşek ji wan hate dayîn.
Top