• Sunday, 15 February 2026
logo

Şerê navbera cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dijwartir dibe

Gulan Media January 5, 2019 Nûçe
Şerê navbera cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê dijwartir dibe
heta niha zêdetir ji 90 cîhadî hatine kuştin
Ev çend roje li derdorê Îdlib û Hemayê şer di navbera komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê şer û pevçûn diqewme.

Di vê derbarê de Rewangeha mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR jî tê nasîn daxuyaniyek weşandiye û tê de behsa vê yekê kiriye ku ev çend roje şer û pevçûnên dijwar di navbera komên cîhadî yên ku Tirkiye piştgîriya wan dike diqewme.

Li gor daxuyaniha SOHR di encama şera ku di navbera Heyet Tehrîr Şam û û Heyet Tehrîr qewmîne hijmareke zêde ji her du aliyan hatine kuştin û bi dehan cîhadiyên din jî birîndar bûne.

Jêderên din jî behsa vê yekê dikin ku heta niha zêdetir ji 97 cîhadî hatine kuştin û hijmareke zêde jî birîndar bûne.
Top