Li Îdirê leşkerek hatiye kuştin
Li navçeya Aralikê ya Îdirê, di saetên sibehê de êrîşeke bi roketan û çekên lûledirêj li ser Qereqola Şehit Bulent Aydin çêbûye. Qereqol li ser sînorê Îranê ye. Di encama êrîşê de leşkerek miriye, du leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Îdirê, PKKyiyên li ser sînorê Îranê derbas dibûn, êrîş kirine. Paşê jî pevçûn qewimî ye. Li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.
