ENKS: Tirkiye ji ber hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê gefan dixwe!
Endamê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Newaf Hesen ragehand, metirsiyeke cidî li ser Rojavayê Kurdistanê heye û ENKS hewldanên berdewam dide ku hemwelatî nebin qurbanî bo siyaseten PKKê û PYDê.
Newaf Hesen got, di çend rojên borî de du şandeyên ENKSê serdana Rûsyayê û Siûdiyê kirine bo çareser kirina pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê û rêgirtina ku hemwelatî nebin qurbanî.
Rêveberê ENKSê amaje bi wê yekê jî kir ku gefên Tirkiyê cidî ne û heta hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê bimîne jî Tirkiye rijd e li ser êrîş kirinê. Ji ber wê pêwîste PYD xwe bike partiyeke xwecihî yê Rojavayê Kurdistanê û ji PKKê cuda bibe û li gel partiyên din ên Kurd wek ENKSê bigehe rêkeftinekê. Ji bo ku civaka navnetewî jî Tirkiyê qani bike ku êrîş neke ser Rojavayê Kurdistanê.
Newaf Hesen ku ji malpera fermî ya PDKê re axaft got, hemû alî pêwîste givaşê bixin ser PYDê ku pêdeçûnê ser kar û helwêstên xwe de bike û êdî xelkê rojavayê Kurdistanê neke qurbana siyaseta xwe ya xelet.
Basnews
