Rêveberiya Xweser: Hemû partî dikarin ofîsên xwe vekin!
Hevserokatiya Komîta Karûbarên Partiyên Siyasî ya ser bi Encûmena Zagonsaz a Rêveberiya Xweser ve îro biryarek derxist û arasteyî hemû aliyên pêwendîdar kir ku pabendî wê biryarê bibin.
Li gor wê biryarê:
- Rê ji hemû partiyên ku molet ji Rêveberiya Xweser wernegirtine tê dayîn ku ofîsên xwe vekin.
- Divê hemû aliyên pêwendîdar pabendî naveroka wê biryarê bibin.
Di daxuyaniyê tê diyar kirin, “Li ser bingeha berjewendiya niştimanî û bersiv dayîna ji Kongra Netewî ya Kurdistanê re bo amadekirina merc û heyamên danûstandinê û yekrêziya niştimanî” ev biryar hatiye derxistin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) şaxa Rojavayê Kurdistanê çend roj in destpêşxeriye bo danûstandinê û nêzîkirina partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê daye pêş xwe, Serokê KNKê Ebdilkerîm Omer li ser destpêşxeriya KNKê berî 3 rojan ji K24ê re got, KNK komîtek ji 5 kesên serbixwe destnîşan kiriye ji bo pêwendiyê bi partî û aliyên siyasî re bike, heta ku karibe yekhelwestî û yekrêziyekê li Rojavayê Kurdistanê ava bike û ji bo ku destkeftiyên ketine destê me biparêze, ji ber ku di vê qonaxa awarte de ya ku em tê re derbas dibin, em bi gefên mezin ên Tirkiyê re rûbirû ne.”
Herwiha duh jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, ew bi Rêveberiya Xweser re civiyane û li ser gelek xalan li hev kirine û yek ji wan xalan ew e, partiyên Rojavayê Kurdistanê dikarin ofîsên xwe vekin û karê xwe bi serbestî bikin.
Ji Adara sala 2017an ve hemû ofîsên partiyên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê girtî ne û nikarin kar û çalakiyên xwe bikin. Herwiha ji vê demê ve hejmareke mezin ji serkirde, kadro û alîgirên ENKSê hatibûn girtin û hîn jî beşek ji wan di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.
Li ser destpêşxeriya KNKê jî Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “PYD û desthilata li Rojavayê Kurdistanê heta niha ti derfet û zemîneyek ji bo yekrêzî û danûstandinê peyda nekirine û hîna ofîsên ENKS û partiyên di nava wê de girtî ne û hîna endamên wan di zîndanên wan de girtî ne.”
Basnews
