Jeffrey li cihê McGurk hat erkdarkirin
Piştî ku nûnerê berê yê serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya dijî DAIŞê de Brett McGurk dest ji kar berda, Washingtonê James Jeffrey li cihê wî wek Nûnerê Serokê Amerîkayê di vê Hevpeymaniya Navdewletî de destnîşan kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Paladino di vê derbarê de ragihand, ku Jeffrey dê hevahengiyê ligel hevpeyman û hevbeşên Amerîkayê bike, daku wezareta derve fermana Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê cîbicî bike, bêyî ku zerarê bigihîne armancên Amerîkayê, di nav de jî nehiştina DAIŞê.
McGurk bo dema nêzîkî 5 salan weke nûnerê serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de xebitî.
Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Brett McGurk weke nîşandana nerazîbûna xwe dest ji kar berdabû.
Li ser dest ji kar berdana Brett McGurk, Serokê Amerîkayê, Donald Trump helwêstek tund nîşan dabû û gotibû: “Brett McGurk ku ez wî nas nakim, di sala 2015an de ji aliyê Serok Obama ve hatibû destnîşankirin, meha Sibatê karê wî bi dawî dibû, lê beriya wê dest ji kar kişand. Nûçeyên bêbingeh ev bûyera biçûk gelek mezin kir.”
Trump rroja 19ê kanûna 2018ê biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê eşkere kiribû.
James Jeffrey
Nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê ye
1946 li wilayeta Massachutes jidayik bûye
Dîplomatkarê stratejî û şarezayê Rojhilata Navîn û navçeya Balkanê ye
1969 - 1976 di nava Artêşa Amerîka de bû
2002 - 2004 balyozê Amerîka li Albanya bû
2007 - 2008 cîgirê şêwirmendê asayîşa Neteweyî ya Amerîka bû
2008 - 2010 balyozê Amerîka li Tirkiyê bû
2010 - 2012 balyozê Amerîka li Iraqê bû
Endamê desteya şêwirmendiya derve ya CIA ye
Endamê Encûmena Amerîkî bo peywendiyên derve ye
Rudaw
